BCF.. li Efrînê alîkariyên diravî li ser xwendevanên zankoyê yên ji Efrînê kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên diravî li ser xwendevanên zankoyê yên ji Efrînê kirin.
Li gorî Dezgeha xêrxwaziya Barzanî li ser rûpela xwe ya facebookê belavkiriye :
Ku Roja 29 ê Çileya 2025an, nivîsgeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya Efrînê ragihand ku alîkariyên diravî li ser xwendekaran hate pêşkêşkirin.
Û herwiha Dezgehê serbar kir ku alîkariyên diravî li ser 130 xwendevanên zanîngeha navçeya Izazê yên ji Efrîn û Cendirêsê hatin dabeşkirin.
Hêjaya were gotin ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di alîkariya xelkên Efrînê û penaberên li Başurê Kurdistanê û herwiha di vekirina xuleyên fêrkirinê û li darxistina çalakiyan de berdewam e.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo