المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BCF… hilmeteke çandina daran li Efrînê birêve bir.

0 88

 

 

Îro roja pêncşemê li Cendirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, BCF” Dezgeha xêrwaziya Barzanî û bi beşdarbûneke berfireh ji xelkên Efrînê hilmeteke çandina daran birêve çû bi boneya duyemîn salvegera erdheja 6 ê sibatê .

Herwiha bi vê boneyê 1000 dar hatin çandin.

Û di vê derbarê de tê zanîn Ku di 6ê Sibata 2023an de, erdhejeka bi hêza 7.7 pileyê Rîxterê li Bakurê Kurdistanê çêbû û bandoreke mezin li Rojavayê kurdistanê û Sûriyayê kir …

Herêm û bajarên Sûriyê û Rojavayê kurdistanê ku ji ber erdhejê bandor li wan hate kirin mîna : Efrîn, Kobanê, Serê Kaniyê , Cindêrsê, Heleb, Lazqiyê, Hema, Tertûs û Îdlibê ,ku gelek avahî hilweşiyan û wêran bûn û bi hezaran xanî zirar dîtin û bi sedan kes bûna qurbaniyên erdhejê û herwiha navçeya Cindirêsê ya bi ser Efrîna Kurdistana Sûriyê ve navçeya ku herî zêde zirara erdhejê gihiştiyê de.

Û herwiha di vê derbarê de hejmara malbatên tûşbûyî gihiştbû 334 hezar û 821 malbatan ku hejmara wan bi giştî 1 milyon û 843 hezar û 911 kes e li navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê ji ber erdheja wêranker a ku di 6ê Sibata 2023an de li Sûriyê û Tirkiyê qewimî, ziyan dîtin.

Û îro 6 ê sibata 2025an, Du sal li ser erdheja sibata 2023an de derbas dibe, û her sal salvegera erdhejê tê bi bîr anî.

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.