المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Baregeheke Emerîkî li kêlgeha Konîko ya Xazê hate armanckirin .

0 73

Baregeheke Emerîkî li kêlgeha Konîko ya Xazê hate armanckirin .

Baregeheke Amerîkî li kêlgeha Konîko ya Xazê li gundewarê DêraZorê hate armanckirin.

Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku şeva Înê 4 Cotmeha 2024an, baregeheke Amerîkî li kêlgeha Konîko ya Xazê ji aliyê mêlisên bi ser Îranê ve bi çend mûşekan hate bombebarankirin.

Û ji aliyê xwe Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan tekez kir ku ji 19 ê mijdara 2023an, bingehên Emerîkî yên di nav xaka Sûriyê de 142 caran rastî êrîşan hatiye ji aliyê Milisên bi ser Iranê ve, ew jî weheya:

36 êrîş li ser kêlgeha Elomer ya betrolê.
17 êrîş li ser barageha Elşedadî li gundewarê Hesekê
45 li ser kargeha Konîko ya Xazê.
21 li ser bingeha XirabElcîr li Rimêlan.
17 li bingeha Eltenef.
2 li bingeha Til Bêder , gundewarê Hesekê.
2 li bingeha Emerîkî li Robariya , gundewarê Elmalikiyê.
1 li bingeha Qesirik.
1 li bingeha westgeha Elwezîr , gundewarê Hesekê.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.