المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BAlAFIRÊN ÎSRAÎLÎ LI HERÊMA MEZÊ YA ROJAVAYÊ ŞAMÊ ARMANCEKE TEVGERÎ KIRIN ARMANC .

0 76

BAlAFIRÊN ÎSRAÎLÎ LI HERÊMA MEZÊ YA ROJAVAYÊ ŞAMÊ ARMANCEKE TEVGERÎ KIRIN ARMANC .

Balafirên Îsraîlî li herêma Mezê ya rojavayê Şamê hedefeke tevgerî hedef kir.

Çavkaniyên xwecihî yên Sûriyê ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser herêma Mezzeh a rojavayê paytext Şamê de kuştî û birîndar hene.

Malpera Dengê Paytextê got ku şeva borî, Duşemê 30ê Îlona 2024, dengên gelek teqînan li derdora Şamê hatin bihîstin, di dema ku topxaneyên bejahî yên artêşa rêjîma Sûriyê bersiva mûşekan li ezmanê paytextê dan.

Li gorî çavkaniyê, mûşekan armancek livîn (otomobîlek) li nêzîkî avahiya Kompaniya Telekomunîkasyona Sûriyê li taxa Mezê li rojavayê Şamê kirin armanc.

Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku zanyariyên derbarê armanckirina navendên berevaniya esmanî yên rêjîma Sûriyê hene piştî ku cihên wan ji aliyê firokeyên Israîlî ve di hewlên rûbirûbûna wan de hatin eşkerekirin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Berevaniya rêjîma Sûriyê aşkere kir, ku di encama bombebarana Israîlê de, ku Şam kire armanc, 3 kes hatin kuştin û 9 kesên din jî birîndar bûn.

Medyaya rêjîma Sûriyê belav kir ku di encama mûşekekê de, ku li kolana Firensî li kêleka Saziya giştî ya telekomunîkasyonê ketiye, belavkara televizyona Sûriyê Sefa Ehmed hat kuştin û hinek jî birîndar bûn.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.