المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BALAFIRÊN ISRAÎLÎ AVAHIYEKE NIŞTECIHBÛNÊ LI GUNDEWARÊ ŞAMÊ KIRIN ARMANC.

0 58

BALAFIRÊN ISRAÎLÎ AVAHIYEKE NIŞTECIHBÛNÊ LI GUNDEWARÊ ŞAMÊ KIRIN ARMANC.

Balafirên Îsraîlî apartmaneke niştecihbûnê li gundewarê Şamê kirin armanc

Çavkaniyên medyayî yên Sûriyê eşkere kirin ku firokeyên Îsraîlê apartmaneke niştecihbûnê li devera Seyîda Zeyneb kirine armanc.

Malpera Dengê Paytextê ragihand ku roja Yekşemê 10.11.2024,an firokeyên Israîlî apartmaneke nişteciyan li devera Seyîda Zeyneb li gundewarê Şamê kirin armanc.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan got, firokeyên Israîlî bi yek êrîşekê, du cihên ku endamên Hizbulah lê dijîn, li nêzîkî avahiya şaredariya Seyîda Zeyneb li gundewarê Şamê kirin armanc.

Li gorî Rewangeha Sûriyê, êrişa Îsraîlê kesên di apartmaneke li avahiyê de bûn armanc û di encamê de 3 kes hatin kuştin û yên din jî birîndar bûn.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.