المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Artêşa Îsraîlê derdora Şamê armanc kir .

0 127

Artêşa Îsraîlê derdora Şamê armanc kir .

 

 

Îsraîlê çend xalên leşkerî li derdora Şamê bombebarankir.

 

Di derengiya roja şamiyê de balafirên Artêşa Israîlê baregeheke Leşkerî li derdora paytexta Sûriyê Şamê armanc kir, Herwiha êrîşî avahiyek niştecîhbûnê li Kefersûsê û xalên berevaniya esmanî li başûrê Şamê kir.

 

Li gorî Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ku di encama van êrîşan kuştin û birîndarkirina 7 endamên hêzên rêjîma Sûriyê û çekdar û alîgirên bi ser Iranê ve ragihand, weku amarê destpêkî yên êrîşên Îsraîlê.

 

Herwiha Çavkaniya Sûrî ya mafê mirovan da zanîn ku ji destpêka sala 2024an, Îsraîlê 53 caran xaka Sûriyê kiriye armanc ji wan 38 azmanî û 15 êrîşên bejayî bûn, û nêzîkî 108 xal bûne armanc di nav de embarêçekan û çebilxane û baregeh û navendên leşkerî, û di van êrîşan de 177 leşker hatin kuştin û 97 jî bi birînên cuda birîndarbûn.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.