المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Artêşa Israîlê çend cih li Şamê kirin armanc.

0 64

Artêşa Israîlê çend cih li Şamê kirin armanc.

Artêşa Israîlê çend cih li Şamê Paytexta Sûriyê armanc kir.

Ji aliyê xwe wezareta perevanî ya hikûmeta Sûriyê ragihand ku di encama êrîşa Israîlê de 3 kesên sivîl hatin kuştin û 9 birîndarbûn.

Îro roja sêşemê 1 ê Cotmeha 2024an, wezareta Berevanîya Hikûmeta Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Artêşa Israîlê ji aliyê Colana Sûrî ve bi firokeyên leşkerî û balafirên bê firokevan êrîşeke asmanî li ser çend xalên li Şamê pêk anîn û di encamê de gelek ziyanên canê û madî derketin.

Û li gorî Wezaretê ragihandiye ku 3 sivîl hatine kuştin û 9 din birîndarbûn, û di nav wan de pêşkêşkara televîsyona Sûrî Sefa Ehmed jiyana xwe ji dest da.

Herwiha li gorî jêderên xwecihî ku xalek li nêzîkî avahiya kompaniya Sûrî ya peywendiya li taxa Elmezê armanc kir, û agir li nêzîkî Bexçeya Elferensiya li taxa Elmezê ket.

Û çavkaniya Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku ji destpêka 2024an, Îsraîlê 91 caran xaka Sûriyê kiriye armanc, 74 asmanî û 17 bejayî bûn, ji wan 179 armanc di nav de emparên çekan û cebilxane û bargeh û navendên leşkerî.

Û di encama van êrîşan de 247 leşker hatine kuştin û 171 jî birîndarbûne.

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.