المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ALMANYA:NIHA PIŞTGIRÎ NADE HILBIJARTINÊN LI SÛRIYÊ

0 131

ALMANYA:NIHA PIŞTGIRÎ NADE HILBIJARTINÊN LI SÛRIYÊ

 

Almanya: Niha piştgirî nade hilbijartinên li Sûriyê

 

 

Nûnerê Almanya bo Sûriyê îro Pêncşemê got ku welatê wî niha piştevaniya lidarxistina hilbijartinan li Sûriyê nake û heta nih jiber ku rewş ne amade ye.

 

Her wiha li ser platforma” X” nûnerê Almanyayê li Sûriyê, Sitîvan Şinîk, got ku Almanyayê piştgiriya lidarxistina hilbijartinan li Sûriyê nake û di demekê de ku hilbijartinên azad û rewa beşek ji çareseriya aloziyê û aştiyê li Sûriyê ne, lê rewş ne amade ye.

 

Wî piştgirîya welatê xwe ji bo: “Cîbicîkirina tam ya biryara Encumena Ewlekarî ya Netewên Yekgirtî ya jimare 2254, ku daxwaza lidarxistina hilbijartinan piştî pesendkirina destûreke nû dike, piştrast kir”.

 

 

Şanderê Almaniyayê bo Sûriyê daxwaz ji hemû aliyan kir ku proseya siyasî bi serpereştiya Sûriyê û xwedîtiya Sûriyê bi armanca pesendkirina destûreke nû û cîbicîkirina biryara 2254 hêsan bikin.

 

 

Wî bal kişand ser wê yekê ku lidarxistina hilbijartinan li beşekî ji axa Sûriyê di vê demê de, dê bibe sedema pêşdebirina proseya siyasî, belkî dê bibe sedema bihêzkirina rewşa aloz û parçebûnê ya demdirêj.

 

 

Her wiha wî dubare bang li hemû aliyan kir ku xwe ji avêtina gavên ku gefê li perspektîfên giheştina çareseriyeke aştiyane ji aloziya Sûriyê re dike û veguheztina ser desthilatê weke ku di biryara 2254 de hatiye xwestin, dûr bixin.

 

 

Rêveberiya PYDê biryar dabû ku hilbijartinên xwe di dawiya meha Gulana borî de, piştre heta meha Hezîranê û piştre jî heta Tebaxa îsal, bêyî ku rojekê diyar bike.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.