المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Almaniya salvegera yekemîn koçbarkirina Prof ” Kinyaz Ibrahîm ” hat vejand…

0 61

Nûnertiya Ewropa ya Yekîtiya nivîskarên kurdistan Sûriya, bi beşdariya komela kurdî ya rewşenbîrî li Munster roja înê 12ê Tebaxa 2022an, salvegera Yekemîn koçbarkirina Profesor Kînyaz Ibrahîm vejand…

Û ev yek bi amadebûna hejmarek ji kesayetên nivîskar û rewşenbîr û rojnemavanên û endamên Yekîtiya nivîskaran ..

Û herwiha rojnemavan Dlibirîn Şingalî serokê komela kurdî ya rewşenbîrî li Minster û endamê desteya giştî ya YNKS li Ewropayê bi xêrhatina hemû beşdaran kir û piştre xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û giyanê Profesor Kinyaz Ibrahîm rawestiyan…

Û piştre di salvegerê de belgefîlmek derbarê Jiyan û dîrok û kar û xebata Profesor û siyasetmedar Kinyaz Ibrahîm hate pêşkêşkirin..

Û di semînerê de hejmarek gotin ser kesayetê niştîmanperwer û zimanzanê kurd Profesor Kinyaz Ibrahîm hatin pêşkêşkirin..

Gotina YNKS ya Nûnertiya Ewropa ji aliyê nivîskar û rojnemavan û ” Sebrî Resûl ” ve hate xwendin..

endezyar û helbestvana kurdên Ermenîstanê M,Gohar Mamo” gotina Federasyona navneteweyî ya kurdên Soviyeta berê xwend…

Gotina serokê Federasyona komeleyên kurdistanî li Elmaniyayê ji aliyê M,Nadir Doxatî ve hate pêşkêşkirin..

herwiha nameya Komelên Komkar bi amadebûna nûnerê Komeleyên Komkar birêz Mehmet Ozdemîr hat xwendin .

Û siyasetmedarê Kurd Goman Husîn li ser girîngiya rola kurdên Kafkasiya axaftinek kurt pêşkêş kir ….

Û tê zanîn ku siyasetmedarê kurd û serokê Federasyona Navnetewî ya kurdên Soviyeta berê “Kinyaz Ibrahîm kesayetekî niştîmanperwer û xwedan roleke berçav bû di kar û xebat û xizmeta gelê kurd..

Û de” di 8ê Tebaxa 2021an ,di temenê 74 saliyê de li nexweşxaneya bajarê Almata yê kazaxistanê ji sedema nexweşiya koronayê koça dawî kir ….

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo…. Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.