المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AJANS: WEZARETA DERVE YA TIRKIYÊ HEVDÎTINA MUHTEMEL A ERDOGAN Û ESED LI MOSKOYÊ RED DIKE

0 86

AJANS: WEZARETA DERVE YA TIRKIYÊ HEVDÎTINA MUHTEMEL A ERDOGAN Û ESED LI MOSKOYÊ RED DIKE

 

Ajans: Wezareta Derve ya Tirkiyê hevdîtina muhtemel a Erdogan û Esed li Moskowê red dike

 

Duh, Duşemê 22ê Tîrmehê, ajanseke nûçeyan a Tirkiyê li ser zarê berpirsekî Wezareta Derve ya Tirkiyê belav kir, ku nûçeyên derbarê hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed li Paytexta Rûsyayê Moskoyê ne rast e.

 

 

Her wiha Ajansa Anka ragihand, berpirsekî bilind di Wezareta Derve de ragihand, ew nûçeyên ku dibêjin Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê li Moskoyê bi Serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed re bicive ne rast in.

 

Rojname û malperên Tirkî û Erebî nûçeyên li ser hevdîtina muhtemel a di demek nêz de ya Erdogan û Esed li Moskoyê belav kiribûn.

 

Rêjîma Sûriyê roja Şemiyê, 13 Tîrmehê, di daxuyaniyekê de “got: “Vegerandina peywendiyên asayî ligel Tirkiyê li ser bingeha vegera rewşa berî sala 2011’an e”, û bal kişand ku “berjewendiya welatan Li ser têkiliyeke saxlem di navbera wan de hatiye avakirin û ne rûbirûbûn û dijminatî.”

 

 

Her wiha Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan roja Înê 12ê Tîrmehê ragihand ku wî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan erkdar kiriye ku bi serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed re bicive û dest bi vegerandina pêwendiyên her du aliyan bike.

Di konferanseke rojnamevanî de li Waşinton ya paytexta Amerîkayê li ber civîna NATOyê daxuyanî da.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.