المجلس الوطني الكوردي في سوريا

8EMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWAN SÎPAN SÎNO JI ALIYÊ XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ VE HAT VEJANDIN..

0 94

8EMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWAN SÎPAN SÎNO JI ALIYÊ XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ VE HAT VEJANDIN..

 

Îro danê nîvro di 12.11.2024an de, 8emîn salvegera koçkirina pakrewan Sîpan Sîno ji aliyê encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, li goristana gundê Gir kundê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve hat vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û malbat û xizmên pakrewan .

Herwiha gurza gula hat danîn li ser gora pakrewan Sîpan Sîno ji aliyê encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê.

Û bi xêr hatina hemû mêvanên beşdar hate kirin ji aliyê encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê.

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê pakrewan Sîpan Sîno rawestiyan.

Herwiha gotinek hat pêşkêşkirin bi navê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê ji aliyê serokê xwecihiyê M.Ahmed Oso ve.

Û ew gotin di derbarê kurte jiyana pakrewan Sîpan Sîno û malbata wî de bû.

û spasiya hemû kesên beşdar kir..

Herwiha birêz Oso axaftina xwe berdewam kir li ser kar û xebata pakrewan Sîpan Sîno û ew axaftin di derbarê çalakiya pakrewan ji dema tevlî refê Pêşmergeyên roj bû.
Û di axaftina xwe de,diyar kir û got ENKSê wê tîmî xwedî li pakrewanan derkev in û wê wefedari bin ji wan re di hemû qonaxan de.
Û di dawî de,wênê Elfatîha hat xwendin.

Di dawiyê de,xwecihiya Dirbêsiyê çûn ser gora siyasetmedarê Kurd û sekretêrê Partî yê berê Têkoşer Hemîd Sîno û wêneyê Elfatîha li ser giyanê wî xwendin.

Herwiha malbata pakrewan Sîpan Sîno ,spasiya ENKSê û bi taybet encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê kirin li ser vî karê wanî binirx û wefedariya wan bo hemû pakrewanên Pêşmergên Roj.

Wek tê zanîn Pakrewan Sîpan Sîno ji endamên Pêşmergeyên Kurdistana Rojava bû(Pêşmergeyên Roj)

Ji malbatek welatparêz bû,ji malbata Hemîd Sîno ye ku nasnameya wî bi navdarî ji bo parastina mafê gelê kurd tê nasîn û di hemû serdeman de,wê were nasîn û nayê jibîrkirin,Ji ber vê yekê wê bi hezaran wek pakrewan Sîpan wê vê rêbaza kurdayetê wê bişopînin.

Piştî ku Kurdistana Başûr hat êrîşkirin ji aliyê rêxistina DAIŞê ya teror pakrewan Sîpan bi hevalên xwe yên pêşmerge re tevlî piraniya lêkdanan bûbû, gelek herêm rizgar kirin,

Lê mixabin dema ji erkê pêşmergatiyê vedigeriyan ew û sê hevalên xwe bi bûyerek tirafîkê di roja şemiyê 12.11.2016’an de li ser riya Til Edes pakrewan ketin..

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah..

Leave A Reply

Your email address will not be published.