8ê AVDARÊ ROJA CÎHANÎ YA JINÊ JI ALIYÊ OFÎSA JINÊ VE YA BI SER XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ VE HAT VEJANDIN..
8ê AVDARÊ ROJA CÎHANÎ YA JINÊ JI ALIYÊ OFÎSA JINÊ VE YA BI SER XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ VE HAT VEJANDIN..
Di roja Şemiyê 8ê avdarê 2025an de,ofîsa jinê ya xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê encûmena pakrewan Ciwan Elqutina ya bi ser ENKSê roja cîhanî ya Jinê bi beşdarbûna serokê xwecihiyê li bajarê Dirbêsiyê vejand.
Di destpêkê de,helkeft xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.
Paşê axaftina Emîndariya Giştî ji aliyê xanim Wezna Osê ve, hat xwendin.Û tê de kar û xebat û rola jina Kurd hat diyarkirin.
Piştre bi boneya roja cîhanî ya jinê û bi taybet ya jinên kurd serokê xwecihiyê birêz Idrîs Şêx Xelef Spasiya ofêsa Jinê kir û pîrozbahiya hemû jinên Cîhanê û bi taybet jina Kurd kir li ser kar û xebat wanî binirx.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah