المجلس الوطني الكوردي في سوريا

8 Adarê roja cîhanî ya jinan hat pîrozkirin .

0 71

8 Adarê roja cîhanî ya jinan hat pîrozkirin .

 

Îro roja şemiyê 8 ê Adara 2025an, roja Cîhanî ya Jinan , li herçar aliyên cîhanê ev roj bi ahingan tê pîrozkirin .

Di vê derbarê de bi boneya roja cîhanî ya jinan 8 ê Adarê
Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî jinên Kurdistanê û cîhanê kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de got: 8’ê Adarê li hemû jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz be. Jinên Kurdistanê, mînakên fedakarî, berxwedan û serbilindiyê ne û divê em hemû rêz li pêgeh, maf û daxwazên wan bigirin.

Herwiha Serok Barzanî got: Bi boneya Roja Jinan a Cîhanî, hêviya bextewarî û serkeftin ji hemû jinên Kurdistanê re dixwazim.

Û herwiha peyama serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî,y Bi boneya 8ê Adarê roja cîhaniya jinan,ku pîrozbayî li tevahiya jinên Kurdistan û cîhanê kir.

Û di peyama xwe de wiha got : Rêzdariya me bo xebat, têkoşîn, qurbanîdan û rola jinên Kurdistanê di nava dîroka gelê Kurdistanê de heye ku, hertim mînaka herî baş ya nîştimanperwerî, azadî, fedakarî û qurbanî danê bûne.
Cîhê kêfxweşiyê ye ku, îro jin li herêma Kurdistanê xwedan roleke berçav û ektîfe di nava dezgehên herêmê de û hikûmeta herêmêm jî pêbende bi afirandina derfetên yeksan bo jinan li Kurdistanê û zêdetir kirina rêjeya beşdariya jinan di warên curbicur yên birêvebirinê û rûbirû bûna her cure tundiyeke dijî jinan.
8ê Adarê pîroz be û hêviya pêşkeftina zêdetir bo jinên Kurdistanê dixwazim.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.