Tê zanîn ku di heftiya derbasbûyî de hejmarek ji mamosteyan hatibûn girtin li Amûdê,Girgê Legê,Derbêsiyê , ji aliyê PYD ê ve, ku ew korsên xwendina rêbazên rêjîmê didin û piştî demekê li girtin û binçavkirin hin mamoste ji zindanên PYD ê de hatin berdan.
Û di vê derbarê de roja 15/2/2021 an,şandek ji Partiya yekîtî kurdistanî- sûriya ,serdana mamosteyên hatibûn girtin û berdan li bajarê Amûdê kirin.
Û herwiha ev şand bi seroketiya M,”Silêman Oso” sekirtarê partiya yekîtî kurdistanî _ Sûriya ve pêk dihat.
Û herwiha di derbarî vê serdanê de şanda Yekîtî piştgiriya xwe ji bo kar û xebata mamosteyan taybetî di vê qonaxa hestiyar de ku navçe û herêmên kurdî têde derbas dibin danaxuyakirin , û herwiha ev kiryarên xirab ku têne kirin ji aliyê PYD ê ve li derheqê mamosteyan de şermezar kirin.
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî