المجلس الوطني الكوردي في سوريا

5 SAL LI SER ÊRÎŞA TIRKIYÊ LI SER SERÊ KANIYÊ Û GIRÊ SIPÎ RE DERBAS DIBIN.

0 108

5 SAL LI SER ÊRÎŞA TIRKIYÊ LI SER SERÊ KANIYÊ Û GIRÊ SIPÎ RE DERBAS DIBIN.

5 sal di ser êrîşa hovane li ser Serê Kaniyê û Girê Sipî ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar yên bi ser wê ve derbas dibin.

Berî Pênc salan di roja 9ê Cotmeha 2019an artêşa Tirkiyê bi êrîşên asmanî dest bi operasiyona xwe ya dagîrkirina Girê Sipî û Serê kaniyê kir.

Roja 6 Cotmeha 2019 rêveberiya Amerîkî bi serokatiya Donald Turamp biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji bakurê rojhelatê Sûriyê da.

Operasiyona Tirkiyê jî di 9 Cotmehê de, bi êrîşên asmanî dest pê kir.

Li gorî zaniyariyan,di wê operasiyonê de ku 14 hezar çekdarên opozîsyona Sûriyê beşdar bûn, di roja 13 Cotmehê de artêşa Tirkiyê û komên bi ser ve, karîbûn dest dînin li ser tevahiya bajarokê Girê sipî.

Herwiha operasiyona artêşa Tikriyê û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li Serê Kaniyê berdewam bû.
Roja 17 Cotmeha 2019an artêşa Tirkiyê karîbû Serê Kaniyê dorpêç bike.
Di heman rojê de jî hikûmeta Tikriyê razî bû ku agirbestekê ji bo heyama 5 rojan rabigihîne, da hêzên Sûriyeya Demokrat HSDê ji bajar derkevin.
HSDê li ser agirbestê razî bû lê red kir 30 k.m ji sînor vekişe û şer di navbera her du aliyan de careke din dest pê kir û her du alî hev bi binpêkirina agirbestê tometbar kirin. Wê demê jî artêşa Tirkiyê çekên qedexekirî yên wekî Fosfora Sipî bikar anî.

Di 20 Cotmehê de jî rê ji bo Heyva Sor a Kurdî hate dan ku derbasî Serê Kaniyê bibe û birîndaran veguhêze. Di heman rojê de jî bi navbênkariya Amerîka, HSDê biryara vekişandina xwe ji Serê Kaniyê da.

Di operasiyona Girê Sipî û Serê Kaniyê de û li gorî amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên mirovan, 125 welatiyên sivîl li aliyê Kurdistana Rojava şehîd bûn, di nava wan de jî Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef. Ji HSDê jî 272 şervanan şehîd ketin.

Ji aliyê hêzên Tirkî ve jî 10 leşker, û 205 çekdarên opozîsyona Sûriyê hatin kuştin.

Her wiha di encama operasiyonên Tikriyê de li her du bajarên Kurdistanî Serê Kaniyê û Girê Sipî, bêhtir ji 300 hezar kesî koçber û derbider bûn.

Her wiha artêşa Tirkiyê hemû bajar û gundewar û bajarokên Kurdistana Sûrî bi çekên giran bi berdewamî bombebaran dike.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.