المجلس الوطني الكوردي في سوريا

48 zarok li Sûriyê di encamaTeqîna Mayînên şer de bûne qurbanî.

0 87

48 zarok li Sûriyê di encamaTeqîna Mayînên şer de bûne qurbanî.

 

Di destpêka meha 9 an ve 48 zarok bûne qurbaniyên teqîna mayînên şer li Sûriyê.

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku di têkçûna rêxistinên mirovahî û nebûna rola desthilatên pêwendîdar, hîn jî bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .

Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji destpêka meha çileya 2024an, di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê heta niha 138 sivîl ji wan 48 zarok û 22 jin jiyana xwe ji dest dan, û 181 kesên sivîl birîndarbûn di nav wan de 20 jin û 89 zarok.

Herwiha Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihan ku li navçeyên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de 110 sivîl di nav wan de 31 zarok û 21 jin hatin kuştin û 118 ji wan 16 jin û 42 zarok birîndar bûn .

Û li navçeyên din bin kontrola hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD)de 20 ji wan 14 zarok û jinek jiyana xwe ji dest dan û 33 ê din birîndar bûn di nav wan de jinek û 24 zarok bûn.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.