21EMÎN SALVEGERA PAKREWANÊN SERHILDANA QAMIŞLO JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ VE HAT VEJANDIN..
Îro di roja Çarşemê 12ê avdara 2025an de,encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve,21emîn salvegera pakrewanên 12ê avdara 2004an yên serhildana Qamişlo “Roja Pakrewanê Kurdî” li bajarê Amûdê vejandin.
Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û alîgirên ENKSê yên bajarê Amûdê û gundewarên wê.
Her wiha bi beşdarbûna koma Serxwebûn.
Di destpêkê de,hemû beşdar hatin bixêrhatin ji aliyê M.Xelîl Alûcî û piştre 5ê xulekên bêdeng li ser giyanên pakrewanên serhildana Qamişlo yên 12ê avdara 2004an û yên Kurd û Kurdistan û bavê netewa kurd Barzaniyê nemir rawestiyan.
Herwiha pîştî rawestandina 5ê xulekên bêdeng li ser giyanên pakrewanên 12ê avdarê ,
gotina Emîndariya giştî ya ENKSê hat xwendin ji aliyê serokê xwecihiyê birêz Ebdurezaq Hac Qasim ve.
Û piştre,spasiya hemû beşdaran kir li ser beşdarbûn û wefadariya wan ji bo pakrewanên 12ê avdara 2004an yên serhildana Qamişlo.”Roja Pakrewanê Kurdî”
Û piştre berî dan goristana Şarmola û baqên gulan danîn li ser gora pakrewanan .
Wek tê zanîn piştî serhildana 12ê avdarê sala 2004,an ku tê naskirin bi (Serhildana Qamişlo) ku li Kurdistana Sûriye ev roj bûye roja pakrewanê Kurdî li Kurdistana Sûrî.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah..