المجلس الوطني الكوردي في سوريا

21 emîn salvegera Karesata 1 Sibatê .

0 98

21 emîn salvegera Karesata 1 Sibatê .

Îro şemî 01.02.2025 21mîn salvegera karesata 1ê Sibata 2004an li Herêma Kurdistanê de derbas dibe.

Beriya 21 salan bi taybet roja 1’ê Reşemiyê, milet û kesayetên siyasî ji bo pîrozkirina Cejna Qurbanê ber bi ofîsa Partiya Demokrata Kurdistanê û navenda sêyemîn a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ve diçûn.

Du terorîstan xwe teqandin û di encamê de bi dehan serkirdeyên partiyan, kadro, welatî, pisporên medyayê û kesên ji beşên cuda yên civakê ku ji bo pîrozkirina cejnê li wan kom bûbûn hatin kuştin û birîndarkirin.

Siyasetmedarê navdar û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Samî Ebdulrehman jî di nav kesên ku di wê karesatê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Hikûmeta Herêmê ji bo şehîdên wê karesatê bîrdarîyek çêkir û mezintirîn parka Hewlêrê jî bi navê şehîd Samî Ebdulrehman bi nav kir.

Îro şemî 01.02.2025, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêra paytext beşdarî merasima bîranîna 21 saliya şehîdên 1ê Sibatê dibe.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.