Kesayetê kurdî û xebatkarê sîyasî “Mihemed Nezîr Mistefa ” sekirtêrê giştî yê berê yê partiya Demoqirata kurdistan sûriya, di sala 1939an de, li bajarê Dêrikê ji dayîk bûye, û bi niştîmanperweriya xwe di nav kurdan de di hat naskirin.
Û herwiha di derbarê karê xebatkar “Nezîr Mistefa ” di warê sîyasî de :
_Di sala 1958 an de tevlî nava refên partî Demoqiratî bû,
_Di sala 1972 an de, wek endamê ofîsa sîyasî ya partî hat hilbijartin, di kongirê yekem ê partî ku li kurdistana Iraqê hat lidarxistin.
_Di sala” 1970″ an de, Mihemed Nezîr Mistefa li gel çend hevalên xwe li ser Kar û xebata wan a sîyasî, ji aliyê Rêjîma Bes ve, hatin girtin.
_Di sala” 1982 “an de, piştî” Deh” salan di zindanê de, serbest hatin berdan.
_ Di kongirê “Heşt” emîn de, wek endamê komîta navendî ya partî hat hilbijartin,
_Di kongirê “Neh” emîn de, Nezîr Mistefa wek sekirtêrê giştî yê partî hat hilbijartin.
Û herwiha “Mihemed Nezîr Mistefa” roleke wî ya giring di dîrok û bûyerên sîyasî de di devera kurdî de hebû, û Kar li ser Yekîtiya tevgera kurdî li sûriyê dikir, karê sîyasî yê aştîyane pêktanî di riya hevpeymaniyên sîyasî de, û herwiha Xebatkar Nezîr Mistefa, bi rêzdarî û bi yekalî di sitandina biryaran de di pirsên giring û çaranivîsî de dixebitî ji bo daxwaza mafê gelê kurd.
Û herwiha hewlên wî yên mezin hebû di Yekîtiya helwesta kurdî de, sala 2004 an, ji bo aştiyê û parastina mafê miletê kurd li Rojavayê kurdistanê piştî Serhildana 12ê Adara 2004 an.
Mihemed Nezîr Mistefa roja “22” meha” 12 ” an, sala 2008 an li nexweşxanekê li şamê paytexta sûriyê, koça dawî kir, û bi merasîmeke geş ji aliyê milet ve û bi amadebûna keseyetên sîyasî, li goristana Qidûrbek bi axê hat spartin..
Ragihandina ENKSê
Qamişlo… Hêvî Delî