المجلس الوطني الكوردي في سوريا

18 şehîdan û 36 birîndar، di encama êrîşa Israîlê li ser çend cihên derdora Mesyafê.

0 55

18 şehîdan û 36 birîndar، di encama êrîşa Israîlê li ser çend cihên derdora Mesyafê.

Duh roja yekşemê 8 ê Êlûna 2024an, artêşa Israîlê navçeya Mesyafê li gundewarê başûrê rojavayê Hema yê kirin armanc , 18 şehîd û 36 birîndar ketin.

Herwiha Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku di encama êrîşên tund yên Israîlê li ser navçeya Mesyaf li gundewarê Hemayê bomebarankir, û di encamê de heta niha 18 şehîd , û 32 birîndar ketin, û herwiha avahî û navendên leşkerê wêran bûn.

Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku di destpêka 2024an, artêşa Israîlê 64 caran xaka Sûriyê kiriye armanc, ji wan 47 asmanî û 17 bejayî bûn , û di encamê de embarên çekan , cebilxane, û bargeh û navendê leşkerê hatin têkbirin.

Û di van êrîşan de 205 leşker hatin kuştin , û 125 birîndarbûn.

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.