المجلس الوطني الكوردي في سوريا

13 SAL LI SER REVANDINA NIVÎSKA HUSÊN ÎSO JI ALIYÊ RÊJÎMA SÛRÎ VE DERBAS DIBE

0 100

13 SAL LI SER REVANDINA NIVÎSKA HUSÊN ÎSO JI ALIYÊ RÊJÎMA SÛRÎ VE DERBAS DIBE

13 sal li ser revandina nivîskar û çalakvanê Kurd Husên Îso ji aliyê îstixbarata rejîma Sûriyê ve derbas dibe.

Îro sêşemî 3ê Îlonê sêzdemîn salvegera revandina nivîskar û çalakvanê Kurd Husên Îso ji aliyê rejîma Sûriyê ve derbas dibe û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.

Husên Îso ji berbanga 3ê Îlona 2011an ve, di zindanên Esed de wenda bûye, piştî ku derket di xwenîşandaneke li dijî rêjîma Sûriyê de, ya ku wî bi hejmarek ji hevalên xwe re organîze kiribû, û nêzîkî 2000 kes ji Hesekê tê de beşdar bibûn.

Li gorî rapora Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), “Zilamekî ku bi Husên re hatibû binçavkirin û piştre serbest hatibû berdan, ji malbatê re got ku karbidestan Husên di Kanûna 2012’an de veguhestin Şaxa Îstixbarata Hêza Hewayî ya li taxa Mezê ya Şamê. Her wiha got ku dema wî Husên dît, nîvê laşê wî felc bû. Girtiyê berê ji malbatê re got ku doktorek Husên dema ku di girtîgehê de bû muayene kiriye û teşhîs kiriye ku zerareke nervê ya pişta wî hebûye.

Herî dawîn kesê ku Îso dît, çalakvan û girtiyê berê Şepal Ibrahîm bû, ku li ser rûpela xwe hevdîtina xwe bi wî re belav kiribû ku li şaxê ewlekariya esmanî ya rêjîma Sûriyê li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê, ku ew bi çavên girtî û bi lingên wan hatin birin, kelepçekirî, di bin ewlekarîyeke tund de, di otombîleke taybet de ber bi Şamê ve, û ew heqaret û lêdan kirin ji aliyê bendên rêjîmê yên li ser rê kontrol dikirin.

Nivîskar Husênn Îso ji bajarê Dirbêsiyê yê Kurdistana Sûriyê ye, di sala 1950an de ji dayik bûye, di dema revandinê de 65 salî bû, bi nexweşiyên kronîk û çavên kêm re rûbirû ye, wî jiyana xwe di xizmeta doza xwe de derbas kir.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.