المجلس الوطني الكوردي في سوريا

11SAL LI SER REVANDINA ÇALAKVANÊ KURD EMÎR HAMID RE DERBAS DIBE.

0 80

11SAL LI SER REVANDINA ÇALAKVANÊ KURD EMÎR HAMID RE DERBAS DIBE.

 

Daxuyaniyek bi boneya yazdehemîn salvegera revandina çalakvanê sivîl Emîr Hamid

Malbatên Kurdên revandî bi boneya yazdehemîn salvegera revandina çalakvanê sivîl Emîr Hamid ji aliyê çekdarên PYDê ve daxuyaniyek belav kirin.

Daxuyanî wiha ye:

Îro yazdehemîn salvegera revandina çalakvanê sivîl Emîr Hamid ji aliyê Asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve derbas dibe û çarenivîsa wî ji dema revandina wî heta roja nivîsandina vê daxuyaniyê ne diyar e.

Herwiha di daxuyaniyê de,wiha hat gotin:Di demekê de ku gelê Kurd li Sûriyê pêwîstiya xwe bi yekrêziyê heye, ji bo rûbirûbûna kêşeyên girîng bi awayekî ku xizmeta doza wan di Sûriya paşerojê de bike, ji bilî Emîr Hamid, çarenivîsa gelek siyasetmedar û çalakvanên Kurd ne diyar e.

Daxuyaniyê berdewam kir ku
Tevî gelek caran bangewaziyên rêxistinên navdewletî û herêmî yên mafên mirovan, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û me – wek malbatên revandiyan – hîn nehatine azadkirin û ti agahî jî derbarê çarenivîsa wan de nehatine dayîn.

Di yazdehemîn salvegera revandina çalakvanê sivîl Emîr Hamid de.
Li gorî daxuyaniyê,malbatên Kurdên revandî di daxuyaniya xwe de her wiha bangewaziya xwe ji bo azadkirina bilez hemû kurdên ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatine revandin, nû dikin û em bang li Hevpeymaniya Navdewletî, Amerîka û Fransa, wek welatên çalak dikin.Di dosyaya Sûriyê de, û rêxistinên mafên mirovan fişarê li ser serkirdayetiya Hêzên Sûriya Demokratîk bikin ku çarenûsa wan eşkere bike, wan azad bike û berpirsiyarên hemû revandinên neqanûnî hesabê bidin.

Hêjayî gotinê ye,ku dosyaya kesên revandî, yek ji wan mijaran e ku ENKSê, daxwaza bidawîkirina wê bi riya diyalogên bi PYNKê re kiriye.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.